Li komkujiyeke nû ya rêjîma Îranê, 22 girtiyên li girtêgeha Qizilhisarê ku pêştir ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li vê girtîgehê de hatine bidarvekirin.
Pêka rapora “HRANA”yê, sibêdeha roja Çarşemî 17ê Gelawêjê, 22 girtiyên ku bi tohmetên cuda, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.
Pêka vê raporê ji vê rêjeyê, 7 kes bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, 4 kes bi tohmeta kuştin, 3 kes ji xelkê Efxanistanê bi tohmeta destdirêîjiya zayendî, 7 kesên Sunnî û kesekî din ku tohmetên bi serdesepandî nehtiye zanîn, li heftiya derbasbûyî de bo birêvebirina sizaya bidarvekirinê bo odeyên take kesî yên vê girtîgeha rêjîmê veguhastibûn.
Heta niha “HRANA”yê navê 6 kes ji wan belav kiriye ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê li sala 1402 a Rojî de zêdetir ji 767 kes ku 21 ji wan jin û 2 jî zarok bûne, bidarvekirin.
Ew amarane haletên ku rêjîma Îranê bi awayê nihênî bidarvekirine an li jêr îşkenceyan de kuştine an bêserûşûn kirine, li xwe nagire.