Bi sedemên nîgeranî û xirabiya ewlehî, çendîn welatan firîna balafirên xwe li esmanê Îranê ragirtine û herwisa kompaniya Lûft hanza, firîna balafirên xwe bo Îran Îraq, Îsraîl û Lubnanê sekinand.
Roja Pêncşemî 18ê Gelawêjê, Kompaniya Lûft Hanza ya rêvîngiya esmanî ya Almanî hemû firînên balafirên xwe li sibêdehê de bo Îran, Îraq, Îsraîl û Lubnanê ragirtin û herwisa Birîtaniya û Misr, Swîd, Bêljî, Otrîşê jî firîna balafirên xwe ji esmanê Îranê bi sedemên ewlehî ragirtine.
Pêka raporên belavbûyî, ragirtina wan firînan bi sedema aloztirbûna rewşa ewlehî li Rojhilata Navîn li egera bersivdana rêjîma Îslamiya Îranê bi kuştina Îsmaîl Heniye li Bajarê Têhranê û bersiva Îsraîl li egera êrîşa rêjîma Îranê, rewşa ewlehiya esmanî aloztir kiriye û ragirtina wan firînan bi vê sedemê bûye.
Pêka rapora “Reuters”ê hejmareke zêde ji welatên cîhanê, bernameya firîna balafirên xwe bi awayek guherîne ku dûr ji esmanê Îran û Lubnanê be û beşek ji firina balafirên rêvîngî bo Îsraîl û Lubnanê sekinandine.
Rêjîma Îranê li rewşeke wiha de li dema êrîşkirin bo ser binkeya “Eynulesed” li Îraqê, balafira Ukraynî ya 752 a rêvîngî kire armanc û bi 176 kesên li vê balafirê li esmanê bajarê Têhranê, teqand.