Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina fermandeyên Hemasê ji aliyê Îsraîl ve berdewam e

11:10 - 10 Tebax 2024

Roja Înê 19ê Gelawêjê li êrîşeke esmanî ya Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê de maşîna hilgirê “Semir El-Hac” û parêzvanê wî kiriye armanc ku li vê êrîşê de ew fermandeyê Hemasê hatiye kuştin û parêzvanê wî jî gelek dijwarî hatiye birîndarkirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “El -Erebiye”, “Semir El-Hac” berpirsê ewlehiya Hemasê bû ku li demjimêrên şeva 19ê Gelawêjê de hatiye kuştin.

Artîşa Îsraîlê ragihandiye ku “Semir El-Hac” ê fermandeykî payebilind ê Hemasê û berpirsê geşedan û birêvebirina pîlan û avêtina rakêtan ji axa Lubnan bo Îsraîlê, li êrîşeke esmanî de kuştiye.

Hemasê kuştina wî berpirsê xwe piştrast kiriye.

Kuştina wan berpirsên Hemasê li halekê de ye ku rêjîma çewtker a Îranê, şanoyeke teblîxastî li ragihandin û axaftinên berpirsên rêjîmê bo tolhidana xwîna Îsmaîl Heniye bi rê ve dibe û manorên mûşekî bi rê ve dibe, lê hêj li siyaseta xwe ya bi kuştindana xelkê Xezê û kawilkariyên zêdetir berdewam e û bi rêya Hemas û Hizbullahê vê siyaseta xwe ya qirêj bi rê ve dibe.