Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Îslamî ya Hambgorgê, bi rêkarên Elî Xamineyî bi rê ve çoye

11:14 - 10 Tebax 2024

Pêka belgeyên belavbûyî, navenda Îslamî ya Hamborgê ku heyamekê berî niha hate daxistin û dest bi ser hemû darayiya vê de hate girtinê, bi rêkar û siyaseta Elî Xamineyê bi rê ve çoye.

Heftenameya “Êşpîgêl” a Alman pêka belgeyên nihênî yên Wezareta Navxwe ya Alman, belav kiriye ku “Mihemedhadî Mofettêh” ê berpirsê navenda Îslamiya Hamborgê, bi berdewamî li pêywendî digel Elî Xamineyî yê rêberê rêjîma îslamiya Îranê ve hebûye û Elî Xamineyî bernameya kar bo wî diyarî kiriye”.

Pêka wan belgeyan, vê navenda ser bi rêjîma Îranê alîkariya malî û herwisa şêwirkarî ji Hizbullaha Lubnanê vergirtiye.

Li heyva derbasbûyî de Wezîra Navxwe ya Alman fermana daxistina navenda Îslamiya Hamborgê û hemû navedên din ên îslamî yên ser bi vê navendê da û li 3ê Gelawêjê, 53 binkeyên îslamî yên ser bi vê navenda terorîstî ya rêjîma Îranê li 8 îyaletên Alman de hatine daxistin û tevahiya darayiya wan dest bi ser de hatiye girtinê.

Navenda Îslamiya Hamborgê, navenda belavkirina hizir û idelojiyên wehmî û kawilker ên rêjîma îslamiya Îranê bûye.