Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ragihand ku her êrîşeke bo ser Îsreaîl dê nirxeke gelek giran bo êrîşkaran li pey xwe bîne

11:22 - 1 Tebax 2024

Li halekê de rêjîma Îranê gefa tolhildana Îsmaîl Heniye dixwe, Îsraîlê ragihandiye ku bo her êrîşeke bo ser xwe amade ye û bersiva her êrîşekê dê bi gelek dijwarî bide.

Piştî gefxwarinên rêjîma Îranê bo tolhildana Îsmaîl Heniye, roja Pêncşemî 11ê Gelawêjê, li zanîngeha bajarê Têhranê de rêûresma taziya Îsmaîl Heniye yê serokê Hemasê bi beşdariya Elî Xamineyî, rêberê rêjîmê li rewşeke hestiyar û tevav ewlehiyê de bi rê ve ço.

Li vê rêûresmê de hatiye dîtin ku berpirsên rêjîmê nigeran bûne û bi taybet Elî Xamineyî bi nigeranî mêzeyî derdora xwe dikir, ew yeke li halekê de ye ku hekî, gefxwarinên rêjîma Îranê bikeve qonaxa cîbicîkirinê, dê rêjîma Îranê rasterast bikeve ber êrîşa Amerîka û Îsraîlê.

Li vê derheqê de binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl bi fermî ragiahndiye ku her aliyek, bi her awayekê êrîşê bike ser xelkê Îsraîl, dê rastî bersiva gelek tund û giran a Îsraîlê bê.

Amerîkayê jî ragihand li egera êrîş bo ser Îsraîl dê hevkarî û piştevaniya tevav li Îsraîlê bike, lê daxwaza aramkirina rewşê ji berpirsên welatên deverê kir

Piraniya seferên esmanî bo bajarê Beyrûtê hatine ragirtin û hejmareke zêde ji welatan daxwaz ji xelkê xwe yên li Lubnanê de kirine ku bi lezgînî ji Lubnanê derkevin.

Roja Çarşemiyê jî, Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî li civîneke awirte de daxwaza aramkirina rewşê li deverê de kir û ragihand ku egera qewimîna şerekî berfireh li deverê heye û hewce ye rêgirî ji vê yekê bê kirin.