Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma îranê karên xwe yên saybêrî li Amerîkayê lezgîntir kirine

11:16 - 10 Tebax 2024

Kompaniya navnetewî ya Maykrosaftê ragihand ku tê sehkirin ku rêjîma Îslamiya Îranê bo bandorxistin bi ser hilbijartinên Amerîkayê, karên xwe yên saybêrî lezgîntir kirine.

Kopmaniya Navnetewî ya “Maykrosaft” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku gefên rêjîma Îranê li ser wan e, rêjîma Îranê bi rêya dafên înternetî an fîşîng, karên xwe yên saybêrî bi armanca bandorxistin bi ser hilbijartina bê ya Amerîkayê, lezgîntir kirine.

Pêka rapora Maykrosaftê, bikarhênerên Îranî li heyvên dawiyê de bi rêya çêkirina nûçeyên çewt û çêkirina hisabên bikarhênerên sextê yên Amerîkayê, bo çêkirina fitne û dijayetiyan û bandorxistin bo ser dengderên Amerîkayê li demsala Payîza îsal, rê xweş dike.

Nûnerê rêjîma Îranê li saziya Netewên Yekgirtî, bûna bernamê bo destêverdan an êrîşên saybêrî li hilbijartina serkomarî ya Amerîkayê red kir.

Tîmên saybêrî yên spaha pasdaran a terorîst cehdê dikin ku teknîk û taktîkên xwe bo bandorxistin li ser dengderan û hilbijartinê li Amerîkayê, pêş bixin.

Li vê raporê de îşare bi 4 hewlên saybêrî yên rêjîma Îranê li Amerîkayê de hatiye kirin ku spaha pasdaran a terorîst bi rêya fîşîng, xwestiye bigîhîje encamê lê li tevahiya wan êrîşên saybêrî de rastî şikestê hatiye. 

Wezareta Derve ya Amerîkayê bo peydakirina zanyariyên li derheq 6 berpirsên saybêriya spaha pasdaran a treorîst 10 milyon Dolar xelat diyarî kiriye.