Nûçegihaniya Reutersê ragihand ku dehan serbazên Rûsiyê, li Îranê de perwerdeya avêtina mûşekên balistîkî yên kurthawêj ên cura “Fetih360” dibînin.
Li halekê de ku nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye ku dehan serbazên Rûsiyê, li Îranê de perwerdeya avêtina mûşekên balistîkî yên kurthawêj ên cura “Fetih360” dibînin, Amerîkayê li vê derheqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “nifûz û destêverdana rêjîma Îranê li derveyî Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê de belav bûye”.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “Amerîkayê bi caran li derheq hevkariya ewlehiya kûrtir a li navbera rêjîma Îranê û Rûsiyê ji destpêka êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê, huşdarî daye. Ew hevkariye bi ser ewlehiya Ewropayê bûye gef”.
Herwisa Amerîakyê li vê daxuyaniyê de bi rohnî ragiahnd: “her wekî me û hevkarên me bi eşkere li civînên girûpa G7 û NATOyê de bi hemû cîhanê ragihand, hekî Îran bixwaze li şandina çek û cebilxanê bo Rûsiyê berdewam be, em amade ne bersivê bidin”.
Reutresê ragihand ku tê berawirdkirin ku rêjîma Îranê sedan mûşekên kirûz ên bi rêya mahwareyan li demek kin de bo Rûsiyê bişîne ku li şerê digel Ukraynê de bi kar bîne.