Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezaretên Derve yê Alman û Firansê, bidarvekirinên li Îranê de şermezar kirin

11:23 - 10 Tebax 2024

Roja Pêncşemiyê 18ê Gelawêjê, Wezareta Derve ya Alman bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de bidarvekirinên vê dawiyê li Îranê de şermezar kir û ragihand: “Em bidarvekirinên li pey hev ên vê dawiyê ku li Îranê de bi rê ve çone, şermezar dikin. Bidarvekirin sizakirneke nemirovane ye, li nav kesên ku hatine bidarvekirinê, Riza Resayî jî hebû ku bo berevanî ji mafên xwe hatibû ser şeqaman”.

Herwisa wezareta derve ya Firansê jî sêdaredana Riza Resayî şermezar kir û bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: Firanse her wekî hertim tekeziyê li ser dijayetiya xwe digel bidarvekirinê  dide xuyakirin, îca li heçî kîderê û li heçî rewşekê de be. Li hecî cihekî cîhanê bidarvekirin karekî hovaneye, lewra em bidarvekirina Riza Resayî bi tundî şermezar dikin.

Pêştir jî Yekîtiya Ewropayê, Diyana Eltehawî ya cihgira beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ya Saziya Lêbihorîna navnetewî û herwisa Abram Pîlî, nûnerê taybet ê Amerîka bo karûbarên Îranê, birêveçona sizaya bidarvekina Riza Resayî şermezar kiribûn.

Rîza Resayî bi beşdarî li kuştina feramndeyê îtiaata spaha pasdaran a terorîs li bajarê Sehnê, hate tohmetbarkirin û li dadgeheke şanoyî de sizayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.

Navbirî rastî çendîn cure gefxwarinên rêjîma Îslamiya Îranê hatibû û li girtîgehên îtilaatê de bi awayekî hovene û bi dijwarî hatibû îşkencekirin.