Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 giurtiyên din jî li girtîgehên xwe de bidar vekirin

11:26 - 10 Tebax 2024

Rêjîma Îranê li bajarên “Xoy, Sebzewar û Erak”ê de 4 girtiyên din jî bidarvekirin ku bi gelemper, li heftiya derbasbûyî de zêdetir ji 45 girtî li heyama 6 rojan de hatine bidarvekirin.

Sibêdeha roja Pêncşemî 17ê Pûşperê, girtiyek ê bi navê “Hesen Serxoş” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xoyê de ku pêştir bi tohmeta kuştinê sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, hatiye bidarvekirin.

Herwisa û hevdem li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê de jî 2 girtî yên bi navên Mehdî Husêynî û Emîr Tesbîhî”, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sebzewarê de jî girtiyek ê bi navê “Ekber Goherî” hatiye bidarvekirin.

Armanca rêjîma Îranê li zêdekirina rêjeya bidarvekirinan pêka gotina navendên mafê mirovî û herwisa girtiyên li girtîgehên rêjîmê, bi armanca tirsandin û çêkirina rewşeke tirs û xofê li nava civakê ye ku bikare desthilata xwe bi ser xelkê nerazî de berdewam bike.

bi tenê li heyama 6 rojên heftiya dertbasbûyî de rêjîma Îranê 45 girtî bidarvekirine û ew amare ji destpêka vê heyvê ve 75 halet bûne.