Hêzên heve çekdar yên rêjîma Îranê li sînorên bajarê Banê, bê agehdarkirina berê teqe li komek ji kolberan kirin ku di encamê de kolberekî xelkê bajarê Serdeştê birîndar kirine.
Pêka rapora Kurdpayê, roja Pêncşemî 18ê Gelawêjê, kolberek bi navê “Rizgar Xelekanî, xelkê bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî yên rêjîma îslamiya Îranê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, birîndar kirine.
Pêka vê raporê, hêzên leşkerî yên rîjîma Îranê, bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberî kirine.
Herwisa hatiye ragihandin ku ew kolbere ku bavê zarokekî ye, bi armanca çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.
Her li derheq çarenivîsa kolberan, de li raporeke Kolberniwisê de hatiye,aliyê kêm 5 kolber li sinûrê bajarê Banê bi teqeya hêzên rêjîmê birîndar bûne .