Artêşa Îsraîl, nimêjxaneya xwendingehekê li Xezê de kiriye armanc ku gelek rexne hatine ser Îsraîl lê Artêşa Îsraîî nasnameya zêdetir ji 19 milêsên ser bi rêjîma Îranê belav kirin ku li vê êrîşê de hatine kuştin.
Li sibêdeha roja Şemiyê, xwendingehek li Xezê bû armanca mûşekên Îsralî û hejumarek ji xelkê li vê xwendingehê de hatine kuştin ku bertekên cuda li pey xwe anî û rexneyên dijwar li derheq vê êrîşê ji Îsraîlê hatine girtin lê Artêşa Îsraîl bi belavkirin a raporekê bersiva wan rexneyan daye.
Pêka rapora Artêşa Îsraîl û hewisa çendîn çavkaniyên din, li vê êrîşê de zêdetir ji 19 milêsên Hemas û Cehada Îslamî ku pileyan bilind li wan girûpan de hebûne, hatine kuştinê û nasname û pileyên wan yên leşkerî jî hatine ragihandin.
Herwisa Îsraîlê ragihandiye ku Hemas û Cehada Îslamî, xwendingehan wek binkeyên lerşkerî û xelkê medenî wek mertalê zindî bi kar tîne ku li dema êrîşkirin bo ser wan milîsan, xelkê medenî jî têne kuştin û Artêşa Îsraîlê cehdê dike kêmtirîn xisarên canê yê xelkê medenî hebin.
Belavbûna rapora Îsraîlê li halekê de ye ku hinek çavkaniyêpn Erebî ragiandine ku xisarên canî yên xelkê medenî li vê êrîşê de gelek zêde bûne.