Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ordonê ragihand ku îznê bi çi welatekî nade ku esmanê wî welatî bo şer bi kar bîne

11:26 - 11 Tebax 2024

Dewleta Ordonê ragihand ku îznê bi çi dewletekê nade ku esmanê wî welat bo êrîşkirin a bi mûşek an dironên xwe bi kar bîne û Ordon îznê nade ku esmanê Ordon bibe meydana şerê Îsraîl û rêjîma Îranê.

Wezîrê Derve yê Ordonê li hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya “El-Erebiye”, ragihand ku bi Îsraîl û rêjîma Îranê ragihandiye ku ew welate nabe meydana şerê wan du welatan û îznê bi çi welatekê nade ku serweriya esmanî ya Ordonê binpê bike.

 Herwisa Wezîrê Derve yê Ordonê ragihand ku bi ti awayek îznê nade ku diron an mûşkekên welatekî ji esmanê Ordonê re derbas bibe û dê bike armanc û herwisa ragihand her alaveke firîn li esmanê wî welatî, bibe gef li ser Ordonê an xelkê Ordonê, dê bibe armanc û dê ji nav here.