Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 kolber li sînorê bajarê Banê bi awayekî dûr ji mirovahiyê,birîndar kirin

11:27 - 11 Tebax 2024

Li sînorê bajarê Banê, 4 kolberên xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên sînorî yên rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin û piştî îşkencekirineke hovane aw azadkirinê lê li dema azadkirinê de teqe li wan kolberan kirine.

Pêka rapora “Kolber News”ê, 4 kolberên xelkê bajarê Seqizê li sînorê Hengejalê ser bi bajarê Banê ji aliyê hêzên hov ên sînorî yên rêjîmê ve hatine binçavkirin û piştî îşkencekirineke hovane û dûr ji mirovahiyê, ew azad kirine lê li dema azadkirinê de bi gulleyên saçmeyî û bi awayê rasterast teqe li wan kolberan kirine û ew birîndar kirine.

 “Kolber News”ê nasnameya wan kolberan ku li vê kiryara hov û dûr ji mirovahiyê de, hatine birîndarkirin.  wiha belav kiriye: “Hawrê Muradî, Diyako Fetahî, Kemal Destwane û Kemal (nasnavê wî nehatiye zanîn)”.

Hêzên hov û dijî mirovahî yên rêjîma Îranê li heyama 6 heyvên destpêkiya sala 2024 de 34 kolber kuştine û 236 kolber jî birîndfar kirine ku 20 kes ji wan birîndaran zarok in.

Bi berhevdanîna 6 heyvên destpêkî ya sala 2024 digel 6 heyvên destpêkiya sala  2023, tê dîtin ku amare kuştin û birîndarkirina kolberan ji aliyê hêzên rêjîma Îranê li sala 2024 de %218 zêdetir bûye.