Teqîneke gelek bi hêz a cihê şik û gumanê li bajarê “Şabad”ê de qewimiye û rêjîma Îranê belav kiriye ku teqîna gazê li malekê de bûye sedema vê kawilkariyê lê Îdaregazê ew îdiaye red kiriye.
Pêka raporên belavbûyî, hevdem digel manora spaha pasdaran a terorîst li devera “Şabad”ê û “Giyelanê” fermandeyekî spaha pasdaran a terorîst yê bi navên “Tûrec Şîrzadî “ ku pileya serhengî hebûye piştî hatina wî pasdarê rêjîmê bo nav mala xwe ew teqîn qewiye û navbirî digel kesên nav mala xwe û çend din li vê teqînê de hatine kuştin û nêzî 10 xaniyên derdora mala wî pasdarî, kawil bûne.
Heta niha rêjêma Îranê ti basek ji kuştina wî pasdarî nekiriye û ragihandinên ser bi rêjîmê jî belav kirine ku bi sedema teqîna gazê şend xanî xisar pêketine û hejmarek jî hatine kuştin ku rêjeya wan nexuya ye.
Pêka raporên xwecihî ew teqîna bi hêz nêzî 10 xaniyên derdora xwe herifandine û zêdetir ji 4 kes hatine kuştin û zêdetir ji 8 kes birîndar bûne û kesek jî bi saxî ji jêr kawilên malan de hatiye derxistine û vekolîn û lgerîn li pey kuştî û birîndaran berdewam e û egera zêdebûna rêjeya kuştî û birîndaran heye.
Heta niha bi serastî xuya nine ku sedema vê teqînê çi bûye, lê cehda rêjîmê bo perdepoşkirina vê teqînê û kuştina fermandeyekî payebilind ê spahê li vê teqînê, cihê şik û gumanê ye û li vê rojê dengê teqîneke mezin li bajarê “Qesrê Şîrîn”ê de jî hatiye bihîstin ku sedema vê yekê heta niha, nehatiye zanîn.