Rûsiyê ragihand ku hêzên Ukraynê li devera Korêskê de heta 30 kolîmetarn li axa Rûsiyê de pêşrewî kirine û Ukraynê jî ragihandiye ku zêdetir ji 2 hezar serbazên Urkraynê li devera Korêsk de çone nav axa Rûsiyê.
Roja Yekşemiyê hêzên Ukranê karîn li devera Korêsk a Rûsiyê de zêdetir ji 30 kîlometran pêşrewiyê bikin û pêka girte vîdyoyên belavbûyî hejmareke zêde ji serbazên Rûsiyê xwe teslîmî hêzên Ukranê kirine û hejmara wan bi qasekî zêde ye ku nikarin li eniya şer de wan ragirin.
Serkomarê Ukraynê “Viladêmîr Zêlênskî” jî bas ji operasiyoneke serketî ya 2 hezar serbazên Ukranê li devera Korêsk a Rûsiyê de kir û Rûsiyê jî hevdem bi awayekî berfireh bi diron û mûşekan êrîş kire ser 6 deverên medenî yên Ukraynê, bi taybet li bajarê “Kiyêf”ê, paytexta Ukranê, xisrên canî yên xelkê medenî û kawilkarî li pey xwe anî.
Wezîrê Beravanî yê Rûsiyê li vê derheqê de ragihandiye ku 6 roj e, şer li nêzî gundê “Tolpîno”yê ser bi devera Korêskê de berdewam e.
Berdevka wezareta Derve ya Rûsiyê “Mariya Zaxarova” Ukrayn bi vê yekê tohmetbar kir ku “xelkê aşîtîxwaz ê Rûsiyê tirsandiye”.
Ew yekem car e ku hêzên Ukraynê bi awayekî berfireh çeperên Rûsiyê li axa Rûsiyê de şikandine û bi pêşve çone.