Maşîneke milîsên ser bi rêjîma Îranê li devera Dêrezorê de rastî êrîşa dironeke nenaskirî hat û 5 kes li vê maşînê de hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Roja Yêkşemî 21ê Gelawêjê, Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê belav kiriye ku li vê rojê de maşîneke leşkerî ku hilgirê milîsên ser bi rêjîma Îranê bûye li navbera gundê “El-Keşme û Eldewîr” li rojhilata derdora Dêrezorê li nêzî sînorê Sûriyê û Îraqê bûye armanca doroneke nenaskirî û hatiye teqandin.
Pêka vê raporê 5 milsên ser bi rêjîma Îranê li vê êrîşê de hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne ku rewşa hinek ji birîndaran gelek dijwar e.
Nûçegihaniya Reutersê kuştina 5 milêsn ser bi rêjîma Îranê li vê êrîşê de piştrast kiriye lê nûçegihaniya Spotnîk a Rûsiyê daye zanîn ku 6 kes li vê êrîşê de hatine kuştin û 15 milîsên din jî birîndar bûne.
Heta niha nasnamye wan milîsên ser bi rêjîma Îranê, nehatiye belavkirin û ti alî an welatekê ew êrîşe li stuyê xwe negirtiye.
Çend roj pêştir binkeya “Xirab El-Cîr” a Amerîka li derdora bajarê Hesekê, bû armanca dironeke milîsên ser bi rêjîma Îranê û egera vê yekê heye ku ew êrîşe li bersiva êrîşa dironî ya wan milîsan bo ser binkeya leşkerî ya Amerîkayê be.