Hêzên îtilaat a rêjîma Îslamiya Îranê li bajarê Pîranşarê de welatiyekî xelkê wî bajarî, bê hebûna ti belgeyeke yasayî, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Roja Dûşemî 22ê Gelawêjê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Pîranşarê, “Selam Xizirnijad” ê kurê “Murad”, xelkê gundê “Girdebin”ê ser bi bajarê Pîranşarê binçav kirine û bo ciheke nexuya vegihastine.
Pêka zaniyariyan hêzên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirtina “Selam Xizirnijad” de ti belgeyeke yasayî nebûne.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û herwisa cihê ragirtina wî li ber dest nîne.