Hêzên çekdar yên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Serdeştê de kolberekî xelkê bajarê Mihabadê kirine armac ku li encama vê teqeya rasterast de wî kolberî canê xwe ji dest daye.
Roja Yekşemî 21ê Gelawêjê, hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê kolberek ê bi navê “Elî Resûlî” temen 32 salî xelkê gundê “Kûran”ê ser bi bajarê Mihabadê li devera sînorî ya “Dupeze”yê ser bi bajarê Serdeştê kirine armanc û li encama teqeyas rasterast a wan hêzan de navbirî demûdest canê xwe ji dest daye.
“Elî Resûlî” rûniştiyê bajarê Nelos”ê ser bi bajarê Serdeştê û bavê zarokekî bû.
Pêka raporên belavbûyî, hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê û li mewdaya nêzîk ve bi awayê rasterast teqe li komek ji kolberan kirine ku li encama vê teqeyê de “Elî Resûlî” canê xwe ji dest daye.