Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Rêjîma Îran bûye gefekî mezin li ser Amerîka”

12:12 - 13 Tebax 2024

Hevdem digel zêdebûna aloziyên li navbera “Donald Trump” û dijberên wî, rojnameya “The Wall Street Journal” bi belavkirina raporekê ragihand ku “Îran bûye gefekî mezin li ser Amerîkayê”.

Roja Duşemî 22ê Gelawêjê, rojnameya Amerîkayê “Thê Wall Street Jornal” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rêjîma Îranê cehdê dike ku Donald Trump li hewlên wî bo serkomariyê de bêhêz bike û berpirsên ewlehî yên Amerîkayê li vê dawiyê de çendîn zanyarî li derheq gefên biyanî li dijî hilbijartinên Amerîkayê li berdest hene ku digel heyvên pêştir gelek cuda ne.

Pêka vê raporê, pêştir Rûsiye gefa bingehîn li her hilbijartinên Amerîkayê dihate hisabê, lê pêka belge û zanyariyên nû, gefa rêjîma Îslamiya Îranê gelek zêdetir ji gefa Rûsiyê ye.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku rêjîma Îranê bi tenê li pey berfirehtirkirina aloziyan li Amerîkayê de nîne belku li pey derbelêdan bi bernameya Donald Trump bo serkomariyê ye û 4 sal berî niha jî li pey armancerke wiha de bû.

Li vê raporê de hatiye: “Rêjîma Îranê dixwaze xelkê Amerîkayê bo armanc û kiryarên xwe bi kar bîne.