Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de berdewamin

11:49 - 3 Tebax 2024

Hejmarek kasibkaran li bajarê Îlamê , hejmarek ji werzêran li bajarê Germsarê û hejmarek ji kedkarên kompaniya “Wagon Pars” li bajarê Erakê û herwisa perestaran li nexweşxaneyên “Koser û Îmam Elî”,  li Kerecê, kombûna nerizayetî lidar xistin.

Roja Pêncşemî 11ê Gelawêjê, li Rojhilatê Kurdistanê de hejmarek ji kasibkaran li bajarê Îlamê de nerizayetiya xwe li hember pêşangehên bê wec û rikeberiya nedadperwerane li wî bajarî de dane xuya û li rûberûyê bînaya fermandarî ya rêjîmê li wî bajarê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li vê rojê de, hejmarek ji werzêrên bajarê Germsarê li parêzgeha “Simnan”ê bi lidarxistina kombûna nerizayetî li rûberûyê bînaya fermandarî ya rêjîmê li bajarê Germsarê û herwisa sînemaya Germsarê, daxwaz ji berpirsan kirin ku pişka avê ya mafê wan ji avbenda “Nemrûd” û çemê “Heblerûd”ê, bidin.

Herwisa li vê rojê de hejmareke zêde ji kedkarên Kompaniya “Wagon Pars” a bajarê Erakê, xwenîşandaneke nerizayetiyê lidar xistin û li dijî birêveberê vê kompaniyê ku bûye sedema bêrêzîkirin bi kedkarên vê kompaniyê, dirûşm dan û daxwaza jikarderxistina wî birêveberê kompaniyê kirin.

Hejmarek ji perestarên nexweşxaneya “Koser û Îmam Elî” ya bajarê Kerecê, sêyemîn roja nerizayetiya xwe li roja Pêncşemî 11ê Gelawêjîê de berdewam kirin û nerizazteiya xwe li hember “nedama hiqûq û nebûna bernameya nexweşxaneyan û rewşa dijwar a kar û jiyana xwe, dubare kirin.

Herwisa li bajarê Erdebêlê, xwediyên kompaniyên dewera 2 ya pêşeyiya wî bajarî li derheq qutbûna lipeyhev û bê bername ya berqê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.