Amerîka û 4 welatên Ewropayê huşdar dane rêjîma Îslamiya Îranê ku dest ji gefxwarina êrîşa leşkerî bo ser Îsraîlê berde û Amerêkayê jî ragihandiye, egera êrîşa berfireh a rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê heye.
Roja Duşemê 22ê Gelawêjê, Amerîka, Alman, Firanse, Birîtaniya û îtaliyayê huşdarî dane rêjîma Îslamiya Îranê ku “dest ji gefxwarina êrîş bo ser Îsraîlê berde û wan welatan dane zanîn ku li egera êrîşkirina rêjîma Îranê û girûpên terorîstî yên alîgirê vê rêjîmê bo ser Îsraîl, ev dê piştevaniyê ji Îsraîlê bikin”.
Herwisa wan welatan daxwaz ji rêjîma Îranê û milîsên ser bi rêjîma Îranê kirine ku xwe ji her êrîşekê bo ser Îsraîlê biparêzin.
Li halekê de ku hêza deryayî ya Amerîka bi awayekî berfireh li Rojhilata Navîn û bi btaybet li kendavê de cihgîr bûne, “Daniyê Hagarî” Berdevkê Artêşa Îsraîl ragihand ku Îsraîl bi hemû şiyana xwe guherînên li Îranê çavdêrî dikin û bi tekezî ragihand ku em li asta herî bilind a êrîş û bervaniyê de ne.
Îsraîlê pêştirt jî ragihandibû ku egera pêşdestiya Îsraîl bo jinavbira gefa li ser xwe heye û li egera her êrîşekê de, dê êrîşên berfireh ên Îrsaîlê dest pêbikin û egera şerê berfireh ê ji kontrolderketî li Rojhilata navîn dê gelek zêde dibe.