Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê huşdar da rêjîma Îranê ku li egera şandina mûşekan ji Îran bo Rûsiyê, Amerîka dê bersiveke lezgîn û dijwar bide rêjîma Îranê.
Roja Duşemî 22ê Gelawêjê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Wedant Patêl” li civîneke rojnamevanî de ragihand ku Amerîka li pêywendî digel raporên li derheq bernameya rêjîma Îranê bo şandina sedan mûşekên balistîk bo Rûsiyê, digel hevpeymanên xwe li pêwendiyê de ne.
Herwisa navbirî ragihand: “Hekî rêjîma Îranê hewla şandina wan mûşekan bo Rûsiyê bide, em amade ne ku bersiveke lezgîn û dijwar bidne rêjîma Îranê. Ew yek bi hizra me nîşanderê zêdetirîna alozî û piştevanîkirina rêjîma Îranê li şerê dagîrkaraneyê Rûsiyê li dijî Ukraynê be”.
Gotina “Wedant Patêl” li halekê de ye ku pêka rapora Reutersê, hejmarek ji personelên leşkerî yên Rûsiyê çone Îranê da ku perwerdeya avêtina mûşekên balistîkê yên cura “Fetih360” li Îranê de bibînin û tê berewirdkirin ku sedan mûşekên vê curê, ji aliyê rêjîma Îranê bo Rûsiyê bêne şandin.