Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 25ê Gelawêjê li Rojhilatê Kurdiustanê berdewam in

12:23 - 13 Tebax 2024

Li devedevê 25ê Gelawêjê 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve dibin.

Çalakiyên teblîxî ji aliyê endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat, li wan cihan de bi rê ve çon.

Gundê “Kelaterzan”ê ser bi bajarê Sinê de logoya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hate bilindkirin.

Li gundê Hemamiyanê ser bi bajarê Bokane, bi awayekî berfireh trakt û posterên taybet bi 25ê Gelawêjîê li hemû taxên wî gundî de hatne belavkirin û herwisa li bilindahiya bajarê Bokanê alaya pîroza Kurdistanê hate bilindkirin û li gundê Tepereşê de jî trakt û posterên taybet bi 25ê Gelawêjê hatine belavkirin.

Li bajarê Mihabadê û herwisa li gundên “Kêçawa, Gabaxe, Kosekerêz, Talaw, Hobey Talaw, û Goristana Talaw” û gundê “Befrewan”yê ser bi bajarê Mihabadê de, trakt û posterên taybet bi 25ê Gelawêjê belav kirin.

Li bajarê Serdeştê de jî li taxên “xwarî paygaha Girdesor, Mizgevta Cami`i, Parka navşar, Sêrêyana Jajoke û Parka Gulan”ê de çalakiyên berfgireh ên teblîxî hate encamdanê.

Li bajarê Kirmaşanê de tevî amadekarî bo çalakiyên zêdetir ên teblîxî, traktên Hizbî li wî bajarê de hatne belavkirin.

Tevî rewşa ewlehî li gund û bajarê Rojhilatê Kurdistanê, endam û alîgirên têkoşer, wan çalakiyên teblîxî bi rê ve dibin. Wan têkoşeran tevî birêvebirina wan çalakiyan, peyman digel rêbaza Hizba Dêmokrat  nû kirin û amadehiya xwe bo cîbicîkirina her erkek Hizbî ragihandin.