Rêjîma dijemirov a Îslamiya Îranê li girtîgehên xwe yên li bajarên Qezwên, Kirman, Refsencan û Bender Ebbas”ê de 6 kes li sibêdeha roja Sêşemî 23ê Gelawêjê de bidar vekirin.
Sibêdeha roja Sîşemî 23ê Gelawêjê, “Mîlad Kemalîpûr”, “Ferecullah Xaşî(Cemal Zihî)”, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmanê de hatine bidarvekirin û li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Bender Ebbas”ê de jî kesekî xelkê Efxanistanê yê bi navê “Ebdullah Laştxûnî” û kesekî din ê bi navê “Hamid Mozefferî” hatine bidarvekirin.
Herwisa li bajarê Refsencanê de jî, kesekî xelkê Efxanistanê ku nasnameya wî nehatiye zanîn li sibêdeha roja Sêşemî 23ê Gelawêjê dehatiye bidarvekirin.
Li girtêgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Qezwênê de jî binçavkiriyek ku li ragihandinan de navê wî bi “Mihemed Qurbanî” hatiye belavkirin, bi awayekî nihênî û bê agehdrakirina malbata wî, li sibêdeha vê rojê de hatiye bidarvekirin.