Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hejmarek ji çalakvanên medenî û jîngehparêz li Giyelanê binçav kirin

12:27 - 14 Tebax 2024

Hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst, 8 çalakvanên jîngehparêz û çalakvanên medenî yên xelkê bajarê Giyelanê, binçav kirin û bo ciheke nexuya, veguhastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, 8 çalakvanên medenî û jîngehparêz ên xelkê bajarê Giyelanê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yên bi navên “Mariya Xanî, Cehangîr Azadî, Lutfullah Perwîz, Hemîdriza Rehîmiyan, Selman Perhan, Mihemed Perwîn, Elî Ferecxanî û Mistefa Rostemî”, ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya, hatine veguhastin.

Pêka vê raporê li sibêdeha roja Sêşemî 23ê Gelawêjê, hêzên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst bê hebûna ti belgeyeke yasayî, êrîş kirine ser mala wan çalakvanan û bi awayekî tundûtîj, ew binçav kirine.

Ew çalakvanên xelkê Giyelanê li kempêynek a bi navê “Nicat Zagros” anku “Rizgarkirina Zagrosê” de wajo kom kiribûn û bi awayekî çalakane li temirandina agirpêketinên vê dawiyê de beşdar bûne û cehda temirandina giran kirine.

Tevî hemû cehdên malbatên wan çalakvan, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan çalakvanên medenî û jîngehparêz li berdest nîne.