Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê ciwanekî kurd li sînorî Merîwanê kuştin

11:50 - 3 Tebax 2024

Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li bajarê Merîwanê, kolberekî temen 25 salî bi teqekirina rasterast kuştin û kolberek jî bi sedema kevtina ji bilindahiya çiya, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Kolber News”ê, roja Pêncşemê 11ê Gelawêjê, kolberekî temen 40 salî bi navê “Nasir Osmanî” ku bavê zarokekî ye, xelkê bajarê “Rebet”ê ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema kevtina ji bilindahiya çiya, li sînorê “Nîrwan”ê ser bi bajarê Banê, canê xwe ji dest da.

herwisa roja Çarşemî 10ê Gelawêjê jî, li demjimêrên şevê de hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê “Siyanaw”ê de bi awayê resterast teqe li kolberekî temen 25 salî yê bi navê “Es`ed Efrence” xelkê gundê “Siyanaw”ê ser bi bajarê Mereîwanê kirin ku li encam de wî kolberî canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Kolber News”ê, “Es`ed Efrence” bavê zarokekî ye.

Pêka amarên “Kolber News”ê li 6 heyvên destpêkiya sala 2024 a Zayînî de 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî hatine birîndarkirin ku %82 a wan li encama teqeya rasterast û kutan û lêdanê ji aliyê hêzên rêjîmê ve bûne.