Li halekê de ku aloziyên li navbera Îsraîl digel Hemas û Hizbullahê berdewam in û rêjîma Îranê gefa êrîşkirin bo ser Îsraîlê dixwe, Amerîkayê şandina cebilxane û alavên şer bo Îsraîlê erê kir.
Roja Sêşemî 23ê Gelawêjê, “Antony Blinken” ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê egera firotina balafirên F15 û alavên din ên leşkerî yên Amerîka bo Îsraîl piştrast kir û ragihand ku bi nirxa zêdetir ji 20 milyard Dolar alavên şer dê bi Îsraîlê bêne firotin.
Herwisa pêka hinek zanyariyan, Pentagonê piştrast kiriye ku li girêbeste leşkerî de digel Îsraîlê, dê mûşekên esman bi esman ên navend mewda, gulleyên topan û balafirên “F15IA” û “F15I” bi nirxa zêdetir ji 20 milyard Dolar bi Îsraîlê bifroşe.
Biryara Amerîka bo şandina cebilxane û alavên herî pêşkevtî bo Îsraîl li halekê de ye ku Hemasê piştî heyameke dijêj, avêtina mûşekan ji Xezê bo Îsraîl dest pêkiriye û Îsraîlê jî li hember de cihê avêtina wan rakêtan teqandine.
Herwisa aloziyên li navbera Hizbullaha Lubnan û Îsraîlê berdewam in û avêtina rakêtan ji aliyê Lubnan bo ser axa Îsraîlê berdewam e û li bajarê Heyfayê de rêkêtek li nav bajar kevtiye xwarê û Îsraîlê jî li başûrê Lubnanê de bi balafirên şerker, diron û topxaneyê, navend, enbarên cebilxane, cihê avêtina rakêtan ên Hizbullahê li başûrê Lubnanê de kirine armanc û teqandine û hejmarek ji wan milîsan jî kuştine.
Herwisa Îsraêîlê belav kiriye ku serbazên Îsraîlî li sînorê Lubnanê de çendîn kes ji milîsên Hizbullahê li binkeyên çavdêriya sînorî de Kuştine.