Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 25ê Gelawêjê li Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve diçin

11:06 - 15 Tebax 2024

Li 79 mîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li ser bi rê ve birina çalakiyên teblîxî berdewam in.

Li gundên Bereco, Girde Berdan, Beyrem, Mîredê, Xalidelîl û Haçêderê ser bi bajarê Mihabadê çalakiyên berfireh hatine lidartxistin û endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî rewşa ewlehî, trakt û posterên taybet bi 25ê Gelawêjê belav kirin.

Herwisa li bajarê Mihabadê bi xwe de jî çalakiyên berfireh ên teblîxî berdewam in û li taxên “Eshabe û Şehrek”ê û herwisa li kolana 10 a Piştep, Berê Medrese, Şehreka karmendan, Felekeya Mamosta Hejar, Mukriyan, Şeqama perestar, Baxê Şayêgan, Seydawê û Xanegê,Berê şîlanan, kolana Mînapûr, şeqama 18 metrî û meydana Budax Sultan”ê de trakt û posterên taybet bi 25ê Gelawêîjê bi awayekî berfireh hatiune belavkirin.

Herwisa li çalakiyên berfireh li devera Mehal a bajarê Mihabade bi rê ve çon.