Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên teblîxî yên 25ê Gelawêjê, li 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de bi rê ve dibin.
Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat tevî rewşa ewlehî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi berdewamî çalakiyên teblîxî yên bi hilkefta 25ê Gelawêjê bi rê ve dibin û li dawî çalakiyan de li deverên ser bi bajarên “Selmas, Seqiz, Urmiye, Kirmaşan, Sine, Mihabad û hejmareke din ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê” bi awayekî erfireh posterê û traktên taybert bi 25ê gelawêjê belav kirin û dirûşmên hizbî li ser dîwarê hinek gund û bajaran nivîsandine.
Herwisa li berdewamiuya wan çalakiyan de li bajarê Bokanê kur û keçên wî bajarî Ala ya Kurdistanê û yûbîla Hizba Dêmokrat li çendîn cihan hildan.
Herwisa li ser rêyên navbera çend bajarên Kurdistanê bi taybet li deverên nêzî rêya Bokan-Mihabadê û gundên derdor çalakiyên berfireh bi rê ve çone.