Birayê têkoşer Mistefa Hicrî, û Xweîşk û birayên têkoşer ên Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê!
Bi hilkefta 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Em pîrozbahiyê li we rêzdaran û hemû endam û alîgirên Hizba ve dikin. Bi vê hilkeftê daxwaziya serkevtinên zêdetir bo we û hemû endamên Hizba we li meydana tekoşîn li pêxema xizmetkirin bi doza rewya gelê Kurd dixwazin.
Hizba Dêmokrata Kurdî li Sûriyê(Elpartî) û sekreterê vê “Ebdulrehman Hebeş” tekeziyê li ser girîngiya biratî û bihêzbûn û berbipêşveçona pêwendiyan li navbera Hizbên me de dikin û herwisa li pêxema xizmetkirin bi doza rewa ya gelê me û tekoşîn li pêxema mafên rewa yên gelê Kurd li hemû beşên din ên Kurdistanê, tekezî li girîngiya xebata hevpar li navbera Hizbên xwe dikin. Hemû dijayetî û alozî bo me rohn in ku li encama siyaseta dîktatorî û şêvênîzm û regezperestiya ku li hember gelê Kurd sekinîne û înkara bûna gelê Kurd dikin.
Li dawiyê de careke din, bi dil û can hêvîya serkevtina zêdetir û gihîştin bi armanc û bidestveanîna daxwaziyên gelê Kurd bo we dixwazin.