Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê da zanîn ku her êrîşek bo ser Îsraîl dê nirxeke gelek giran hebe

11:52 - 3 Tebax 2024

Cihgirê Ewlehî yê Serokwezîrê Îsraîl, da zanîn ku êrîşkirin bo ser Îsraîl dê nirxeke gelek giran bo êrîşkeran li pey xwe bîne.

Roja Înê 12ê Gelawêjê, “Zaxî Hangbî”, Cihgirê Ewlehî yê Serokwezîrê Îsraîl, tevî îşarekirin bi egera êrîşa rêjîma Îranê bo tolhildan ji kuştina “Îsmaîl Heniye”, da zanîn ku Îsraîl li egera êrîşa Îranê bo ser Îsraîl dê gelek dijwartir ji ya heyva Aprîla îsal bersiv û bertekêbide”.

Herwisa navbirî tevî huşdarîdan bi rêjîma Îslamiya Îranê ragihand: “Êrîşkirin bo ser Îsraîl dê nirxeke gelek giran bo Îranê li pey xwe bîne û ew bi sedema vê yekê ye ku Îsraîl gelek bi hêz e, ew dê şaşiyeke gelek mezin a Îranê be”.

Huşdarîdana wî berpirsê Îsraîlê li halekê de ye ku ragihandinên ser bi rêjîma Îranê hinek caran nûçeyên dij bi hev û hinek caran jî dirûşmên hander bo êrîşkirin bo ser Îsraîl belav dikin û bi vê yekê dixwazin rêjîma Îranê xwedî helwîst bo tolhildana “Îsmaîl Heniye” bidin xuya û trsa rêjîmê ji her cure êrîşa bo ser Îsraîlê perdepoş bikin.

Rêjîma Îranê cehdê dike bi awayek taqimên tundajo yên ser bi rêjîma Îranê li navxwe û derveyî Îranê ji xwe razî rabigre û ji aliyê din ve ji tirsê bersiva Îsraîl bo her êrîşekê, heta niha ti karek nekiriye û bi tenê dirûşm dane.