Di parek li peyama Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistana Îranê de hatiye:
Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistana Îranê bi hilkefta 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat, pîrozbahiyê li we dike û tevî piştevanîêkirin li vê Hizba netewî, daxwaziya gihîştin bi armancan, bo vê hizbê dike.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Hizbeke modern û xwediyê proseyeke mezin a hizra netewî ye û avakirina vê Hizbê wek yekem hizba modern li çar beşên Kurdistanê, hewcehiyeke dîrokî û pêwîst bû.
Bi avakirina Hizba Dêmokrat li Rojhilatê Kurdistanê, daxwaz û armancên gelê Kurd pê avête qonaxeke din û ji serhildaneke kilasîk ve ber bi modernbûnê û vekhev digel daxwaziyên cîhanî û erêkirî yên rêkxiravên navnetewî, pênaweke erênî û dîrokî hilda.
Niha piştî derbasbûna zêdetir ji 78 sal ji xebat û berxwedan bo gihîştin bi armancên gel, ew doza herwisa micidtir ji berê, xortên gelê me emegdartir in bi vê rêbazê ne û xelkê Kurd, rêdetir ji caran jî şanazî bi hebûna Hizba Pêşewa dike.
Hizbek ku li heyama 79 salan her wa bi roj û cihê baweriya gelê xwe be, bê guman serdikeve û digiîje armancên xwe, yekek ji wan şanaziyên ku Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê bi dest xwe ve aniye û cihê baweiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye Hizba hemû çîn û qatên vê civakê ye.