Bi hilkefta 79emîn salvegera avakirin û ragihandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û derbasbûna 79 sal xebat û tekoşîna bê rawestan a xelkê Rojhilatê Kurdistanê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe bo we rêzdaran û hemû endamên rêberatî, kadir û pêşmergên we yên qehreman û endam û alîgir û tevahiya xelkê têkoşer û berxweder ên Rojhilat dişînin.
Di pareke dinê ye peyama Partiya Rencderan a Kurdistanê de hatiye:
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li rewşeke dîrokî, hebûna xwe ragihand, wek hewcehiyekê li vê qonaxê de pêngaweke mezin û xwedî bandor li tevgera siyasiya Kurdistanê, guherînek li jiyana siyasî û civakî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de bû û wek destpêkê karî hemû çîn û qatên civaka Kurdistanê li devra xwe kom û rêkxistin bike.
Fîdakarî û qurbanîdana ji ast derketî li pêxema bidestveanîna mafên rewa yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de dane, li dema hewce de piştevanî li xebata beşên din ên Kurdistanê kiriye. Her ji destpêka avabûna Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, rola xwe wek parêzvanî li destkevtên gelê me li Başûr de wek erk û berpirsayetiya dîrokiya xwe bi cih aniye û hertim cihê pêzanîn a hêzên siyasî û dilxweşiya xelkê başûr bûn.
Bi vê hilkeftê em tekezî li ser berdewambûn û qahîmkirina pêwendiyên me li ser binyata xepata hevpar û hevkarî bo xizmetkirin bi gelê me yê sitemdîtî dikin.