Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danustandin li derheq agirbest li Xezê heta niha bê encam maye

12:54 - 17 Tebax 2024

Danûstandinên li derheq agirbest û azadkirina barimteyan, li bajarê Dohê de bi rê ve ço û heta niha bê encam maye û ew danûstandina dê li bajarê Qahirê de berdewam be.

Ew danûstanmdin bi beşdariya serokwezîrê Qeterê, “Mihemed bin Ebdulrehman Alê Sanî, Wîliyan Borns ê serokê CIA, Ebas Kamil ê serokê saziya Ewlehiya Misrê û dawîd Barniya yê serokê Mûsadê jî beşdar bûne lê bê ti encamekê bi dawî hat û biryar e ku li bajarê Qahirê ya Paytexta Misrê ew danûstandin berdewam bin.

Biryar e ku ew danûstandin li dawiya vê heftiyê li bajarê Qahirê paytexta Misrê bi rê ve here.

Li halekê de ku nûnerê Hemasê li wan danûstandinan de amade nebûye, Yehya Sinwar serokê Hemasê ragihandiye ku hekî Îsraîl li vê derheqê de micid e, hewce ye ku şer li Xezê rabigre, lê Îsraîlê li vê derheqê de bersiv nedaye û şer li Xezê nesekinandiye.