Li halekê de ku hêzên Ukraynê li devera Korêsk a Rûsiyê de pêşrewî kirine, Rûsiyê 200 hezar ji xelk vê deverê derxistine û bo deverên ewleh vegihastine.
Pêşrewiya serbazên Ukraynê li devera Korêsk a Rûsiyê de bûye sedem ku xelkê ji vê deverê birevin û Artêşa Ukraynê jî ragihandiye ku dixwaze rêyeke ewleh bo derbasbûna xelkê medenî li vê deverê amade bike û devereke betal li navbera xwe û Rûsiyê de çê bike.
Pêka gotina berpirsên Rûsiyê li devera Korêskê de ku beşke vê li jêr kontrola hêzên Ukraynê de ye, fermana betalkirina devereke din jî daye.
Pêka amarên Rûsiyê zêdetir ji 12 hezar serbazên Ukraynê li axa Rûsiyê de ne û Vêladêmîr Zêlênskî ê Serkomarê Ukraynê jî ragihandiye ku “bi berdewamkirina wan êrîşan dixwaze Rûsiyê neçar bi sekinandina şer û destpêkirina danûstandinê aşitiyê bike û heta niha 74 bajarok li devera Korêskê de li jêr kontrola hêzên Ukraynê de ne” û sedan serbazên artêşa Rûsiyê xwe teslîmê Artêşa Ukrayînê kirine.