Ciwanekî xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve, hate binçavkirin û herwisa li bajarê Mihabadê de jî welatiyek a wî bajarî ji aliyê hêzn ewlehî ve hate binçavkirin.
Pêka rapora “Çaw News”ê, cîwanekî temen 25 salî yê bi navê “Rehman Qadirî” xelkê gundê “Endêzê” ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirina bo îdareya îtilaat a spaha pasdaran a terorîst li wî bajarî, hate binçavkirin û rastî lêpirsînê hat.
Herwisa li bajarê Mihabadê de jî, welatiyek a bi navê “Gelawêj Mihemediyê Erşed” ya temen 45 salî li dema zivîrîn ji kargeha xwe ya dirûmanê li şeqama “Baxê Şayêgan”ê de bi awayekî hovane û bi tundûtijiyê ve ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê li wî bajarî de hate binçavkirin û bo ciheheke nexuya hate vegihastin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd, ti zanyariyek li ber dest nîne.