Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya kombûnên nerizaytî li Îranê de

13:09 - 17 Tebax 2024

Li roja Înê çendîn kombûnên nerizayetî ya karmendên şirketa Neftê û karmend û kedkarên petrokîmiyê li  bajarên Îranê de hatine lidarxistin.

Roja Înê 26ê Gelawêjê, karmendê şirketa “Felatê Qarê” li deverên dorgeyên Sîrî û Lawanê de li derheq pêrenegihştina berpirsan bi daxwaiyên wan, kombûnên berfireh a nerizayetiyê li cihê karê xwe de li dorgeya Sîrî û Lawanê de lidar xistin.

Herwisa li vê rojê de hejmarek ji karmendên petrokîmiya “Nigînê Mekran” a bajarê Çabiharê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq nedana hiqûq û zêdekariyên wan û herwisa paşkevta vê ku li roja Pêncşemî 25ê Gelawêjê kombûna nerizayetiyê lidar xistine, berdewam kirin.

Rêjîma Îranê û berpirsên pêwendîdar ên pîşeya Neft û Gazê bi taybet li deverên kendavê, bi sozên çewt û gefxwarin li karmend û kedkaran, cehda bêdengkirina wan kedkar û karmendên pîşeyî didin, lê heta niha çendîn kempêyn ên wek kempêyna nerizayetî ya 24 hezar kedkar û karmendên pîşeya neft û gazê tevî ku hêj bê encam mane lê her berdewam in û wan kedkar û karmendan ragihandine ku heta gihîştin bi daxwaziyên xwe dê wan kombûnên nerizayetiyê berdewam bikin.