Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst kuştina fermandeyekî xwe li Sûriyê piştrast kir

13:15 - 17 Tebax 2024

Terorîstekî rêjîma Îranê ku pileya serdarî li spaha pasdaran a terorîst de hebû, 2 heftiyan berî niha li êrîşeke esmanî ya Artêşa Îsraîlê bo ser Sûriyê hatinbû birîndarkirin, bi sedeam kûrahiya birînan miriye.

Terorîstekî spaha pasdaran a rêjîma Îranê li Sûriyê, yê bi navê “Ehmedriza Efşarî” ku pileya serdarî hebû û li beşa “Hewa-Feza” perwerdeya leşkerî dida milîsên ser bi rêjîma Îranê, 2 heftiyan berî niha li êrîşeke esmanî ya Artêşa Îsraîlê de bi dijwarî birîndar bibû û bo Îranê hatibû vegihastin lê bi sedeam dijwariya birînan li 25ê Gelawêjê li nexweşxaneyeke de miriye.

Husên Selamî yê Fermandetê spaha pasdaran a terorîst li roja Şemî 27ê Gelawêjê, kuştina wî terorîstê gemar li Sûriyê piştrast kir.

Pêka ragihandinê ser bi rêjîma Sûriyê, ew pasdarê rêjîmê digel 4 serbazên Sûriyê li êrîşa balafirên Îsraîl bi karwaneke cebilxaneya Hizbullahê bibû armanc.