Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 10ê Xermananê, li Kurdistan û Îranê çendîn kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

10:19 - 1 Îlon 2024

Çendîn kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên wek Sine, Îlam û Şabatê û çendîn bajarên Îranê wek Îsfehan, Yezd, Têhran, Îranşehr, Tewrêz û deverên neft û gaza Îranê de bi rêve çon.

Roja Şemî 10ê Xermananê li Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgeha Sinê, kedkarên kompaniya Sîman a Kurdistanê li derheq sekinîna kar bi sedema qutbûna berqê nerizayetiya xwe dane xuya, herwisa li bajarê Îlamê de jî xwaziyarên xaniyan ên “Meskenê Millî” li derheq xuyanebûna qedera xaniyên xwe piştî derbasbûna 5 salan nerizayetiya xwe dane xuya, ew yek li halekê de ye ku li wan 5 salan de bi serastî dirafê pêş û qistên kirîna wan malan bi berdewamî bi îdareya Mesken a rêjîmê dane lê hêj ti xaniyek bi wan nehatiye dan.

Herwisa li bajarê Şabatê, ser bi parêzgeha Kirmaşanê, xwediyên nanxaneyan bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq nedana heqdestên wan û pirsgirêkên qutbûna berqê û jinavçona hewîran, hewîrên xwe li rûberûyê îdareya berq a wî bajarî, rijandin.

Herwisa li bajarê Têhranê de nexweşên “SMA” û malbatên wan bi sedema nebûna dermanên hestiyar ên zarokên xwe ku li ser canê wan bûye gefeke gelek micid, li rûberûyê wezareta Tendirustî ya rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Herwisa li bajarê Yezdê de jî xwediyên ajelan, şîrên ajelên xwe bi sedema nirxa kêm a wan li dema kirînê de rijandine ser şeqaman û bi wî awayî nerizayetiya xwe dane xuya.

Li bajarê Îranşehrê de jî ajotvanan bi sedema nedana bênzîn bi wan li pompên bênzînan bi sedema qutbûna berqê û rawestana çendîn demjimêran li germaya dijwar a wî bajarî, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Kombûna nerizayetiya perestaran berdewam e û personelên Orjansa 115 û perestarên li zanîngeha zanistên pizîşkî ya Îsfehanê li ber derê vê zanîngehê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û tevlî kombûnên seranserî yên perestaran bûn.

Li vê rojê de karmendên yekeya Şesta ya ser bi Muxabirata Îranê li bajarê Tewrêzê de 5emîn roja nerizayetiya xwe berdewam kirin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe kirin.

Herwisa kombûna karmendênên pîşeyî ya neft û gaza Îranê berdewam bû û li palavtingeha yekem û palavtingeha Duyem a yekeya Parsê Cinûbî ya “SPGC” karmendan tevî berdewamkirina kombûna xwe, tekezî li ser daxwaziyên xwe kirin.