Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê de zarokekî temen 16 salî binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin. Pêka raporan ew birayê şehd Zanyar Ebûbekrî, yek ji şehîdên şoreşa Jînayê ye.
Sibêdeha roja Sêşemî 13ê Xermananê, zarokekî temen 16 salî yê bi navê Ramyar Ebûbekrî ku birayê şehîd Zanyar Ebûbekrî şehîdê şoreşa Jînayê yê, ji aliyê hêzên îtiêlaata rêjîmê li bajarê Mihabadê de hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, hêzên îtilaata rêjîmê bê hebûna ti belgeyeke yasayî li demjimêr 3ê sibêdeha roja Sêşemiyê de êrîşkirine ser malbata Ebûbekrî û tevî binçavkirina Ramyar Ebûbekrî, bav û dayîka wî bi awayekî hovane kutane.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wî zarokê 16 salî, li ber dest nîne.
Zanyar Ebûbekî li 5ê Xezelêwera 1401 bi teqeya hêzên çekdare rêjîmê û bi gulleyê qenaseyê li temenê 22 saliyê de li bajarê Mihabadê hate şehîdkirin.