Rêjîma Îranê piştî şandina mûşekan bo Rûsiyê kevtiye jêr givaşeke dijwar û Birîtaniyayê pişeya leşkerî û herwisa kompaniyên sextê yên dabînkirin alavan bo pişeya leşkerî ya rêjîmê, kirine armanca dorpêçên nû.
Roja Duşemî 26ê Xermananê Birîtaniyayê ragihand ku hejmarek ji dorpêçên nû li dijî rêjîma Îranê bi armanca qutkirina dabînkirina malî û şandina alavên hewce bo beşa leşkerî ya rêjîma Îranê tomar kirine û herwisa Birîtaniyayê daye zanîn ku dorpêçên nû, berhemanîn û dabînkirina diron û mûşekan ji aliyê rêjîmê ve asteng dike û dê givaşeke zêdetir bêxe ser pişeya berevaniya rêjîma Îranê.
Herwisa birîtaniyayê gefa daxistinê li kompaniya kurê Elî Şemxanî jî kiriye ku dibe bi lezgînî hemû zanyariyên vê kompaniyê radestî kompaniya tomarkirina kompaniyan bike neku dê bê daxistin.