Ustraliyayê 5 berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê bi sedema rola wan li tepeseriya nerizayetiyên piştî şehîd kirina Jînayê li Îranê, li lîstê dorpêçên bo ser Îranê zêde kirin.
Roja Duşemî 26ê Xermananê,Wezîra Derve ya Ustraliyayê “Pênî wang” bi belavkirin adaxuyaniyekê daye zanîn ku 5 berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê bi sedema rola wan li tepeseriya nerizayetiyên piştî şehîd kirina Jînayê li Îranê li lîstê dorpêçên bo ser Îranê zêde kirin û hatinûçona wan bo Ustraliyayê hatiye qedexekirin û darayiya wan jî li Ustraliyê de dest bi serde tê girtin.
Li vê daxuyaniyê de îşare bi navê “Ehmed Tahirî yê şêwirmendê fermandeyî întizamî û fermandeyê berê yê hêza întizamiya rêjîmê li parêzgeha Sîstan û Bedûçistanê, Ehmed Nadiriyan ê cihgirê fermandeyê întizamî yê rêjîmê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, Husên Emcediyan ê cihgirê fermandeyê yêganê wîjê ya Hêza întizamiya rêjîmê, Mihemed Ebdullahpûr ê fermandeyê spaha pasdaran a rêjîmê li parêzgeha Gîlanê û Dilawer Elqasî Mêhr ê fermandeyê hêza intizamî ya rojhilatê bajarê Têhranê” hatiye kirin.
Li vê daxuyaniyê de îşare bi çalakvanên mafê jinan li girtêîgehên rêjîmê û sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye kirin û hatiye ragihandin ku rewşa jinan ji wan girtîgehan de gelek nebaş e.