Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji destpêka şoreşa Jînayê ve heta niha rêjîma Îranê zêdetir ji hezar û 400 kesî bidar vekiriye

11:29 - 17 Îlon 2024

Rêjîma Îranê ji destpêka şoreşa Jînayê ve heta niha, zêdetir ji hezar û 400 kes bidar vekirine ku piraniya wan bidarvekirinan bi biryara dadgeha înqilab a rêjîmê bûye.

Saziya Mafê Mirove Îranê bi belavkirna raporekê daye zanîn ku rêjîma Îranê ji destpêka şoreşa Jînayê ve hgeta niha zêdetir ji hezar û 425 kes bidar vekirine û piraniya wan bidarvewkirinan bi biryara dadgeha inqilab a rêjîma Îranê bûye.

Vê saziyê li derheq zêdebûna nêzî 2 qatî ya rêjeya bidarvekirinan li Îranê huşdarî daye û daxwaz ji cîvaka cîhanî û navendên mafê mirovî kiriye ku bi lezgînî vê yekê berçav bigrin ku rêjîma Îranê, bidarvekeirinê wek alaveke tepeserkirinê bi kar tîne.

Herwisa berdevkê vê saziyê “Mehmûd Amîrî”, ragihand: “Bidarvekirin girîngtrîn alava rêjîma Îranê bo çêkirina tirsê li nava civakê û bi armanca tepeseriya neraziyan û rêgirî ji serhildanê ye. girtiyên bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ku bê dadgehêkirineke dadperwerane têne bidarvekirin, qurbaniyê kêm xerc ên maşîna kuştin a rêjîmê ne.

Vê saziyê daxwaz ji civaka cîhanî û bi taybet Komîteya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netwên Yekgirtî kiriye ku li bikaranîna sizaya bidarvekirinê wek beşek ji cinayetên pêwendîdar bi tepeseriya nerizayetiyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê  lêkolînan bikin.