Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên berfireh ên teblîxî bi hilkefta 26ê Xermananê berdewam in

11:31 - 17 Îlon 2024

Endam û alîgirên têkoşer ên hizba Dêmokrat li berdewamiya çalakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Xermananê li 32emîn salvegera “Şehîdên Mîkonosê” çalakiyên xwe berdewam kirine.

Li roja 26ê Xermananê, li 32emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî li bajarê Berlînê, ji aliyê rêjîma dije mirov a Îranê, endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat tevî rewşa tund a ewlehî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, wek bajarê Ciwanro, Bokan, mihabad, sine, seqiz, pîranşehr, şino, urmiye, selmas, merîwan, û gelek dever û bajarên dinê de bi belavkirina trakt û posterên taybet bi vê rojê bi awayekî berfireh, yada Şehîdên “Mîkonosê” bi bilind ragirtin.

Rêjîma Îranê bi milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li 25ê xermananê, duyemîn salvegera şehîdkirina Jînayê û destpêka tevgera “Jin Jiyan Azadî” û  herwisa li 26ê Xermananê li 32emîn salvegera “Şehîdên Mîkonosê” hewla kontrolkirina bajaran û rêgirî ji mangirtina giştî ya xelkê Rojhilatê Kurdistan û herwisa rêgirî ji birêveçona çalakiyên teblîxî bi vê hilkevtê bikin, lê bi sedema îrade û baweriya xelkê Kurdistanê, rêjîm li wan cehdên xwe de rastî şikestên mezin hatin û hem mangirtin û hem çalakiyên berfireh bi rê ve çon.