Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li 32emîn salvegera şehîdên Mîkonosê”, daxuyaniyek belav kir

11:33 - 17 Îlon 2024

Li 32emîn salvegera terorkirina Dr.”Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî ji aliyê rêjîma Îranê, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) daxuyaniyek belav kir.

 

Deqa peyamê wiha ye:

 

Em Dr. Sadiq Şerefkendî û healên wî bi rêzdarî bi bîr tînin

Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî, di 17yê îlona sala 1992an de, li bajarê Berlînê, li welatê Alman, li gel endamê Komîteya Navendî û nûnerê derveyî welêt yê PDK-Îranê Fetah Ebdulî, nûnerê PDK-Îranê yê Almanyayê Homayûn Erdelan û dostê PDK-Îranê Nûrî Dêhkurdî, bi emrê dewleta Îranê,  ji aliyê sîxurên Dewleta Îranê ve hatin şehîd kirin.

Em Dewleta Îranê careke din jî ji ber vê kuştina siyasî rûreş û şermezar dikin.

Dewleta Îranê bi îdamkirina pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, bi şehîdkirina Dr. Abdulrahman Qasimlo û hevalên wî, bi şehîdkirina Dr. Sadiq Şerfekendî û hevalên wî jî nikarî rê li ber doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bigre.

Ew alaya ku di ragihandina Komara Kurdistanê de, li Meydana Çarçiraya Mihabadê hatibû hildan, îro li Rojhilatê Kurdistanê û li her perçeyekî Kurdistanê bi destê xebatkar, kedkar û têkoşerên doza azadîya Kurdistanê bilind e.

Di 32yemîn salvegera şehadeta wan pakrewanan de, em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

 

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

17ê Îlonê 2025

26ê Xermanan a 1403 a Rojî