Du ciwanên belûç ên temen 17 û 18 salî yên bi navên Wehîd Derzahî û Newîd Derzahî bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rêjîma Îranê li sînorê bajarê Serawanê hatne kuştin.
Li gorî nûçeya Hengawê, roja Yekşemî 25ê Xermananê du welatiyên belûç yên bi navên Wahîd Derzahî temen 17 salî û Newîd Derzahî temen 18 salî xelkê gundê Ziyaret ya ser bi bajarokê Bêmpişt a bajarê Serawanê, bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rêjîmê hatine kuştin.
Kempeyna çalakên belûç di vê derheqê de ragehand: ew du welatî bo avdêriya zeviyên xwe yên werzêrî çobûne xala nêzî sînor û li dema zivrînê de, keftine ber teqeya hêzên çekdare rêjîmê û bi sedema kurahiya birînan canê xwe ji dest dane.