Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seroka Parlemana Ewropayê bi şanaziyê ve bas ji şoreşa Jînayê kir

11:51 - 17 Îlon 2024

Seroka Parlemana Ewropayê li 25ê Xermananê de ragihand ku parlemana Ewropayê şanazî bi vê yekê dike ku piştevanê şoreşa Jînayê ye.

Roja 25ê Xermananê, Seroka Parlemana Ewropayê “Robêrta Mitsola” li axaftinên xwe li parlemana Ewropayê de got: “ev roja, roja kuştina hikûmî ya Jînayê li Îranê de ye, em dubare bi bîr tînin ku parlemana Ewropayê bi şanaziyê ve li tenîşa wan jin û mêrên ku li Îranê bo vekhevî, şana mirovî û azadiyê serî hildane, sekiniye û herwisa li tenîşta wan girtiyên li girtîgehên Îranê de sekinîne ku li girtîgehên rêjîma Îranê, şemala tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê bi hilkirî ragirtine”.

Herwisa “Rorêrta Mistsola”yê gotiye: “em dîsan bi barimtegirtina xelkê Ewropayê û yên du nasnameyî bi tundî şermezar dikin û daxwaza azadkirina lezgîn a “Yohan Filodros û Ehmedriza Celalî” dikin. Ew roje li wî cihî de bi bîrhênerê mîrata “Jîna”yê û tevahiyan wan kesan e ku li asta herî bilind de bo azadiyê nirx dane”.