Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa tunde ewlehî li bajarê “Bilwanawa”yê de berdewam e

12:20 - 3 Îlon 2024

Piştî kombûpna nerizayetiya xelkê bajarê Bilwanawa”yê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê êrîş kirine ser xelkê nerazî û zêdetir ji 10 kesan birîndar kirin û 10an kes jî girtin ku nasnameya hinek ji wan hatiye ragihandin.

Piştî derbasbûna 3 rojan ji kombûna nerizayetiya xelkê bajarê Bilwanawayê ser bi bajarê Dêwulanê li derheq hatinûçona maşînên giran ên kangehê û jinavbirina rêyan, hêzên hov ên întizamî bi reftareke hovane û dije mirovî, êrîşkirine ser kombûna hêminane a xelkê û zêdetir ji 10 kes birîndar kiribûn û 10an kes jî binçav kirine ku niha jî li girtêîgeha rêjîmê de ne

Pêka raporên belavbûyî, “Cemîl Mihemedî yê werzêr, Şadiman Mihemedî yê mamosta, Fuad Mihemedî yê endamê Şêwraya bajarê Bilwanawayê, Mihemed Mihemedî, Mêysem Hacîmecîd, Semîr Mihemedî û 2 welatiyên din bi nasnavê Baqirî” beşek ji wan binçavkiriyan in ku bi awayê hovane bi lêdan û kutanê hatine girtin.

Hêzên hov ên rêjîmê li bajarê Qurwe û Sinê, li vê êrîşa hovane de beşdar bûne û pêka dawî raporan, rewşa ewlehiya bajarê Bilwanawayê, dijwartir bûye.