Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîna alavên pêycerên Hizbullahê, 9 kuştî û zêdetir ji 2 hezar 800 birîndar li pey xwe anî

11:23 - 18 Îlon 2024

Alavên “pacer” ku ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve dihatine bikaranîn li demekê de teqiyan ku kuştina 9 kesan û birîndarbûna zêldetir ji 2 hezar û 800 kesan li pey xwe aniye ku pitir, milîsên Hizbullahê bûne.

Hizbullha Lubnanê ji çend heyvan berî niha ve zêdetir ji 5 hezar alavê “Pager” ên pêwendîgirtinê bo milîsên xwe ji kompaniyeke Taywanê ya bi navê “Gold Apolo” kirîbû ku ew alavane li roja Sêşemî 27ê Xermananê, hevdem teqiyane û zêdetir ji 9 kuştî û zêdetir ji 2800 birîndar li pey xwe anîye.

herwisa li teqîna wan alavên pêwendîgirtin ên Hizbullahê, balyozê rêjîma Îranê “Mucteba Emanî” jî birîndar bûye û rêîjîma Îranê Îsraîlê wek berpirsê wan teqînan dizane û îdia kiriye ku dê tolê ji Îsraîlê hilde!

Li teqîna wan alavên pêwendîgirtinê ku Hizbullahê bi taybetî bo endamên xwe kirîne, li dema teqînê de ser, çav, sing û zikê wan bi dijwarî birîndar kirine.

Pêka dawî rapora “Reuters”ê li her yek ji wan alavan de 3 girem madên teqînê hebûye û ew alav piştî çend çirke germbûnê bi awayekî hevdem teqiyane.

Rewşa hinek ji birîndaran dijwar e û renge amara kuştî û birîndaran jî biguhere.

Amerîkayê raguhand ku ti pêwendiyek digel wan teqînan nîne û ragihandiye ku xuya nîne ew teqîn ji aliyê kê ve hatine kirin û mijûlê lêkolînê ye.