Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de înternet rastî pirsgirêkan hatiye

11:25 - 18 Îlon 2024

Înternet li Îranê li çendîn cihan qut bûye û hêlên înternetê bi awayekî berfireh rastî pirsgirêkan hatine.

Pêka raporên navxweî yên ser bi rêjîma Îranê roja Sêşemî 27ê Xermananê, aloziyeke zêde û berfireh li hêlên înternetê li Îranê de çêbûye û pitira malperan li destpêregihîştinê de nemane û sedema vê yekê bi serastî nehatiye zanîn.

Pêka gotina ragihandinên ser bi rêjîmê, yek ji navendên bingehîn ên datayan li Îranê rastî pirsgirêkeke micid a pêwendîgirtinê hatiye û pêwendiyên vê bi tevahî qut bûne.

Pêka rapora “Ticaret News” a ser bi rêjîma Îranê, pêwendiya navenda înternetiya “Radar” a “Arwan Kilad” bo lêkolîn li rewşa kampiyûterên bingehîn ên întrenetê jî bi sedema vê pirsgirêkê qut bûye û pirsgirêkeke berfireh li hemû “data senter” û malperan hatiye pêş.

Piraniya caran rêjîma Îranê bo perdepoşkirina kiryarên xwe û fetisandina dengê nerizayteiya xelkê li deverên ku alozî hene, înternetê qut dike û bi wî awayê hewla rêgirîkirin ji derketina zanyariyan li dergheq bûyer an nerizayetiyan dide û hinek caran jî li encama hekkirina sîstemên data û zanyariyên rêjîmê, pirsgirêk li hinek beşan de diqewime.

Heta niha ti zanyariyeke serast li derheq sedema vê pirsgirêkê û qutbûna berfireh a înternetê li ber dest nîne.